ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Şandîyê taybet ê serokomarê Ûrsêtê yê sibê were Têhranê

Alêksandêr Lavrêntînof nunerê taybet ê Viladimîr Pûtîn serokomarê Ûrsêtê li karên Sûrîyê yê sibê jibo gotûbêja ligel sêkrêtêrê konseya bilind a ewlehîya netewî ya Îranê were Têhranê.

Elî Şemixanî sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê û nunerê taybet ê serokomarê Ûrsêtê biryar e ku sibê li Têhranê bi berpirsên Îranê ra, alûgurên Sûrîyê piştî civîna Astanê û pêvajoya pêşdabirina însîyatîfa hevpar a sîyasî û ewlehîyê di vî warî da hilkolîne.

Lavrêntînof di hevdîtina ligel Şemixanî da yê herwiha nêrnînên Viladimîr Pûtîn serokomarê Rûsîyayê li bara alûgurên navçê û pêwîstîyên nû li warê berfirekirina hevkarîyên giştalî jibo sekinîna li hemberî têrorîsmê û kutakirina qeyrana Sûrîyê ragihîne.

Li gorî însîyatîfa Îran, Rûsîya û Tirkîyê civînek jibo kutakirina qeyrana Sûrîyê di 23 û 24`ê Çila buhurî li Astaneya paytexta Qazaqistanê da hat lidarxistinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu