FilistînNûçeRojhilatanavin

Şanzdemîn salroja cejna berxwedan û azadkirina başûra Libnanê

Roja 25`ê Gulana sala 2000`ê xaleke werçerxanê li dîroka berxwedana dijî siyonîstan li devera Rojhilata navînê ye. Di rojeke viha da têkoşîna hêzên berxwedêr ên libnanî giheşte encamê û Rêjîma Siyonîst bi dû têkoşîna tevgera berxwedana islamî ya Libnanê bi serşuriyê ji beşeke berfire ya deverên ku li başûra Libnanê dagir kiribû, reviya.

Revîna birezalet û serşuriyê ya Rêjîma Siyonîst di 25`ê Gulana sala 2000`ê da ji beşeke berfire ya axa başûra Libnanê di encama berxwedana li dijî siyonîstan, yekemîn şikesta fermî ya vê rêjîmê li hemberî berxwedana gelê Libnanê û bi giştî yekemîn şikesta mezin a vê rêjîma dagirker li deverê piştî pêkanîna rêjîma sexte ya Israîlê tê hesêb.

Bi damezirandina rêjîma sexte û narewa ya siyonîstan di sala 1948`ê da di pratîkê da devera Rojhilata Navînê bi rêjîmeke zorbêj û serdestîxwaz ra rûbirû bû ku tenha armanca wê serdestiya li hemî deverê û pêşdabirina armancên nijadperestane li asta navnetewî bû.

Di vê çarçovê da Libnan hertim diket ber êrişa vê rêjîma dagirkir û di encama êrişên berfire yên rêjîma Israîlê ser Libnanê di sala 1982`yê da başûra Libnanê ji aliyê siyonîstan va hat dagirkirin.

Eva li halekî bû ku Rêjîma Siyonîst bi dû berfirekirina serdestiya xwe li hemî Libnanê bû û bê guman berxwedana islamî ya gelê Libnanê pêk nehata, dûr nebû ku bi hegera rewşa giran a navxweyî ya vî welatî di wê demê da, rêjîma dagirkerê Qudsê yê bigihêje armanca xwe yanî dagirkirina tam a Libnanê.

Lê berxwedana islamî ya gelê Libnanê bi rêvebiriya Hizbulahê muadileyên Rêjîma Siyonîst tevlihev kirin û bi pêkhatina vê berxwedana gelanî, şikestên vê rêjîmê û dewletên rojavayî yên piştgirê vê rêjîmê li Libnanê destpê bûn û Rêjîma Siyonîst di sala 2000`ê da bi serşuriyê ji beşeke berfire ya deverên li başûra Libnanê dagir kiribûn, revî. Ev işkesta bû destpêka işkestên zêdetir ên Rêjîma Siyonîst li hemberî berxwedana gelê Libnanê.

Şikesta Rêjîma Siyonîst di şerê 33 rojî yê li dijî Libnanê di sala 2006`ê da ku di encama têkoşîn û fidakariya hêzên berxwedana islamî li hemberî siyonîstan pêk hat jî ji şikestên din ên giran ên Rêjîma Siyonîst li hemberî berxwedana gelê Libnanê ye.

Şikesta Rêjîma Siyonîst di şerê 33 rojî da liv û tevgerên vê rêjîmê jibo dagirkirina beşên berfire ji axa Libnanê bêencam kirin.

Helbet serketina berxwedana Libnanê bandorên berfire li navçê hebûn û wek mînaka têkoşîna li warê sekinîna li hemberî dagirkeriyê hat hilêxistin.

Bê guman berxwedana gelê Libnanê bi rêvebiriya Hizbulahê destkevtên binirx ên din jibo vî welatî hebûne û bandorên berfire li jordabirina mewqiya navçeyî û navnetewî ya Libnanê hebûne.

Dîroka Libnanê nemaze mideha 20 salên buhurî da tijî rûpelên zêrîn ên şanaziyê ye ku hasila berxwedana gelê vî welatî û fidakariyên hêzên berxwedana islamî ne.

Serketinên berxwedana li hemberî siyonîstan bûne sedema moralê jibo bereyên din ên berxwedana li hemberî Israîlê li navçê nemaze têkoşîna gelê Filistînê û berxwedana vî gelî bi mînakwergirtina ji berxwedana gelê Libnanê, Rêjma Siyonîst neçar kir ku di sala 2005`ê da ji Zîvala Gezeyê vekişe.

Di rewşa niha da jî ku Libnan li ber liv û tevgerên têrorîstên tekfîrî û gefên Rêjîma Siyonîst e, gel û rayedarên libnanî bi parastina muadileya zêrîn a Artêş. Gel û Berxwedanê pêkutiyê dikin ku tenha riya sekinîna li hemberî gefên dijminan bikaranîna mêkanîzmên ser bingeha berxwedanê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu