NûçeRojhilatanavinSûriye

Şarê Quneyterê li Sûrîyê hat azadkirinê

Hêzên artêşê û yên çekdar ên Sûrîyê şarê Quneyterê ji lepên komên têrorîst azad kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, artêşa Sûrîyê herwiha 6 bajarok û gund li parêzgehên Dera û Quneyterê li başûr û başûra rojavaya vî welatî azad kirin.

Artêşa Sûrîyê herwiha ala vî welatî li derîyê sînorî yê Quneyterê ku hevsînorê Erdên Dagirbûyî yên Filistînê ye, bilind kir.

Parêzgeha Quneyterê parêzgeha herî piçûk a Sûrîyê ye lê ev parêzgeha ku ketîye başûra vî welatî ji ber ku pişkeke bilindahîyên Golanê digire ber xwe û hevsînorê Erdên Dagirbûyî yên Filistînê ye, yek j parêzgehên herî girîng ên Sûrîyê tê hesêb.

Artêşa Sûrîyê li derîyê sînorî yê Quneyterê navendeke dermankirinê azad kir ku gellek dermanên ku Rêjîma Sîyonîst çêkirine navde bûn.

Başa dön tuşu