AsyaNûçe

Li Stenbolê êriş: Herî kêm 35 kuştî û 40 birîndar

Li semta Ortakoyê ya navçeya Beşiktaş a Stenbolê, li hember clubeke şahîniyê ya taybet êrîşa çekdarî pêk hat. Waliyê Stenbolê Vasip Şahin diyar kir ku li gorî zanyariyên pêşî herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 40 kesan jî birîndar bûn.

Waliyê Stenbolê Vasih Şahin ji bo lêkolînan bike çû ciyê ku êrîş pêk hatiye. Waliyê Stenbolê piştî ku çû ciyê bûyerê, daxuyanî da çapemeniyê. Şahin diyar kir ku êrîşeke terorê pêk hatiye û di encamê de li gorî zanyariyên pêşî herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî agahiyên Waliyê Stenbolê parve kir, di encama êrîşê de herî kêm 40 kes jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu