CîhanEwropaNûçe

Saziya alîkariyê bexşa terorîst red kir

Victim Supporta (Alîkariya Mexdûran) ji bo mexdûrên terorê yên mizgeftên Nûr û Lînwoodê yên li Zelandaya Nû alîkariyê kom dike pereyê ku Martîn Sellnerê rastgirê tundrev ê ji Awistiryayê ji qismekeke pereyê terorîstê êrîşa mizgeftan kiribû şandibû bexşand qebûl nekir.

Li gor xebera Radyoya Zelandaya Nû, Martîn Sellnerê serokê Tevgera Nasnameparêzan a rastgir ya tundrev a li Awistiryayê ji 2 hezar û 500 dolarê Brenton Tarrantê êrîşkarê mizgeftên Nûr û Lînwoodê şandibû hezar û 200 dolar bexşande Victim Supportê. Brenton Tarrantê terorîst di êrîşê li ser mizgeftan da 51 kes kuştibûn û 49 kes jî birîndar kiribûn.

Victim Supportê diyar kir ku hildana pereyan xeletî bû ji ber vê red kirin, dibê Martîn Sellner pere paşda hilde.

Saziyê got heke Sellner wî pereyî paşda hilnede jî ew ê wî pereyî ji bo têkoşîna dijî nijadperestiyê bibexşînin.

Sellner ji bo êrîşa li ser mizgeftên li Christchurchê gotibû tu berbirsyariyekê li ser xwe nabîne û wiha axivîbû: “Ji ber ku min ev pereya hilda aciz bûm. Min digot gelo bi vî pereyî va dikarim çi bikim û paşê min got heke qismeke pere bidim merivên êş û jan kişandin ew ê ji bo wan bibe jest.”

Brenton Tarrantê terorîstê ji Awistralyayê di 15ê adarê da êrîşî mizgeftên Nûr û Lînwoodê yên li Christchurcha bajarê Zelandaya Nû kiribû, 51 kesên di nav wan da jin û zarok jî hene kuştibûn û 49 kes jî birîndar kiribûn.

Derketibû holê ku terorîstê êrîşkar ji Tevgera Nasnameparêz a rastgir a tundrev ra 2 hezar û 500 dolarê Awistralyayê (1500 ewro) pere bexşandiye.

Başa dön tuşu