NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Şingalê gorreke din ya bi kom hat dîtin

Li devera Şingalê ya Iraqê, gorreke din ya bi kom hat dîtin ku tê de term û pirûskên komek kurdên êzîdî hatin dîtin.

Çavlakvanê êzîdî Basim Qasim ji BasNewsê re got, duh li gundê Gir Uzêr yê Şingalê gorreke bi kom hat dîtin, piştî ku ew gorr hat vekirin term û pirûskên 5 kurdên êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin, hatin dîtin.

Basim Qasim da zanîn, ew gorra ji aliyê dezgeheka sivîl ve hatibû dîtin. Dema karmendên wê dezgehê mijûlî karê xwe bûn, ji nişkê ve rastî wê gorrê hatibûn.

Li gorî agahiyên wî çalakvanê êzîdî, ew kesên ku term û pirûskên wan di wê gorra bi kom de hatine dîtin, hemû jin û zarok bûne.

Heta niha bi dehan gorrên bi kom li devera Şingalê hatine dîtin, hinek ji wan hatine vekirin lê hinek jî hîn nehatine vekirin.

Başa dön tuşu