CîhanFilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Sazîya Efûya Navnetewî kiryara dijî mirovan a Israyîlê rexne kir

Sazîya Efûya Navnetewî di rapora xwe ya nû de, Rêjîma Sîyonîst bi firotina çekan bo welatên binpêkerê mafên mirovan ên wekî Imarat tawanbar kir.

Li gorî rapora Middle East Monitor`ê, Sazîya Efûya Navnetewî di rapora xwe ya nû de, Rêjîma Sîyonîst bi firotina çekan û alavên sîxorîyê bo welatên binpêkerê mafên mirovan ji wan Imarat, Sûdana Başûr û Miyanmar tawanbar kir.

Di rapora Sazîya Efûya Navnetewî da hatîye: Şirketên Rêjîma Sîyonîst firotina çekan bo welatên ku bi awayekî sîstematîk mafên mirovan binpê dikin, didomînin û di pirranîya babetan da ew çekana piştî çend caran firotinê digihêjin meqsedê û ew şirketana di encamê de xwe ji çavdêrîya navnetewî ya ser vê demajoyê vedidizin.

Sazîya Efûya Navnetewî ji Parliman û Wezareta Berevanîyê yên Rêjîma Sîyonîst xwest ku çavdêrîyeke ciddîtir ser demajoya firotina çekan bikin û destûkarên zelal ku welatên rojavayî bi kar tînin, bi cih bînin.

Sazîya Efûya Navnetewî rapora xwe ser bingeha raporên fermî yên dezgehên hiqûqî amade kirîye ne agahîyên Wezareta Cengê ya Israyîlê.

Başa dön tuşu