IraqNûçeRojhilatanavin

Saziya istixbaratî ya eskerî ya Iraqê sîxorekî terorîstên DAIŞ`ê girt ku ji ber agehdariyên wî terorîstan 40 kes îdam kirin

Saziya istixbaratî ya eskerî ya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand: Grûpek ji qumandên operasiyona Nêynewayê karîn sîxorekî terorîstên DAIŞ`ê bigrin ku ji bo van terorîstan kar dikir û ji ber agehdariyên wî terorîstan 40 kes ji xelkê Mûsilê îdam bûne.

Saziya istixbaratî ya eskerî ya Iraqê li dewama vê daxûyaniyê ragihand: Vî sîxorî agehdariya van malbatên ku ji ber zolma terorîstên DAIŞ`ê revîbûne dane ber destê terorîstan û paşê terorîstên DAIŞ`ê 40 kes ji van welatiyên Mûsilê girtibûn û îdam kiribûn.

Belavbûna gotinên Ebûbekr Bexdadî serkirdeyê terorîstên DAIŞ`ê piştî 5 salan dîsa pirsên zav li bara pilanên hêtimalî yên ku ev grûpa terorîstî li nav axa Sûriyê û Iraqê pêk anîn yên wekî Amerîkayê xistine rojevê.

Başa dön tuşu