ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Amerîkayê pêşniyara firotina çekan a bi bihaya 115 milyard dolaran daye Erebistanê

Dewleta Obama serokkomarê Amerîkayê pêşniyara firotina pêşniyara firotina çekan a bi bihaya 115 milyard dolaran daye Erebistanê.

Li gor rapora ajansa Reuters`ê, dewleta Obama serokkomarê Amerîkayê pêşniyara firotina çek û sîlahan bi bihaya 115 milyard dolaran daye dewleta Erebistana Siûdî ku ev kirîna çek û sîlahan ji Amerîkayê di 71 salên buhurî da bê mînak bûye ku firotina çek û sîlahên pêşketî bo Erebistanê û perwerdehiya hêzên eskerî yên erebistanî jî digre ber xwe.

Li nav vê raporê ku ji aliyê Wîlyam Harton endamê navenda siyaseta navnetewî ya Amerîkayê va hatiye amadekirin 42 cure rêketinnamên eskerî di navbera Amerîka û Erebistanê da digre ber xwe û hatiye ragihandin ku hîn para pirtir a van pêşniyaran ji bo Erebistanê nehatine şandin.

Harton li gotûbêja xwe ya tev Reuters`ê ragihand ku ev rapora di 8`ê Îlonê da ango îro yê li gorî agehdariyên ajansa hevkariya ewlehiya berevaniya Amerîkayê bê belavkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê, ji çaxê ku Obama di Çileya sala 2009`ê da li Amerîkayê qudret girte destê xwe bicaran pêşniyarên firotina çek û sîlahên sivik û giran ên wek tank, firokên şerî, mûşekên pêşketî, mûşekên berevanê gemiyan û yên dinê daye Erebistanê.

Waşîngtonê herwisa teknolojiya perwerdehiya istifadekirin û ragirtina çek û sîlahên eskerî jî daye ber destê hêzên eskerî yên Erebistanê.

Hartong destnîşan kir ku ev boyaha ku Erebistan dixwaze bona kirrîna çek û sîlahan bide Amerîka dê bibe zextûzora ser dewleta Riyazê.

Hema niha jî eşkeraye ku Erebistan ji van çek û sîlahên Amerîka dijî xelkê Yemenê istifade dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu