IraqNûçeRojhilatanavin

Sazîya Navnetewî ya Efûyê: Alîkarîyên insandostîyê têra Iraqê nakin

Sazîya Navnetewî ya Efûyê ragihand ku alîkarîyên insandostîyê têra Iraqê nakin.

Li gorî rapora nûçegihanê Sahar TV, Sazîya Navnetewî ya Efûyê şeva buhurî ji ber ku alîkarîyên dewleta Iraqê jibo kesên ku bi hegera şêr û bêewlehiyê neçar mane malên xwe biterikînin, têrê nakin, heyf û mixabinîya xwe nîşan da.

Sazîya Navnetewî ya Efûyê her wiha hişyarî da ku heke hejmara awareyan li Iraqê zêde bibe, yê karesata insanî li vî welatî biqewime.

Rayedarên iraqî, sazîyên sivîl û civaka navnetewî di meha Hezîranê da bi hegera serneketina di warê dabînkirina alîkarîyên bingehîn jibo bi dehan hezar awareyên ku ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên iraqî û têrorîstên DAIŞ`ê li Felûcê da, revîne bajarê Bexdayê, ketin ber rexneyên tund.

Li halekî ku hêzên iraqî dixwazin êrişeke nû jibo azadkirina bajarê Mûsil navenda parêzgeha Nêynewayê ji bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê destpê bikin û li gorî vîya ku Mûsil duyemîn bajarê Iraqê ye û nifûsa wî ji ya Felûcê gellekî zêdetir e, rayedarên Sazîya Navnetewî ya Efûyê ditirsin ku karesateke nû ya insanî li Iraqê pêk bê.

Li gorî texmînên çavkanîyên serbazî û insandostîyê, diqewime nêzî 600 hezar kes di encama şerê azadkirina bajarê Mûsilê da, neçar bin malên xwe biterikînin.

Bajarê Mûsilê, navenda parêzgeha Nêynewayê, di 10`ê Hezîrana sala 2014`an da di encama fitneya beisî û DAIŞ`îyan da ji alîyê têrorîstan va hat dagirkirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu