CîhanEwropaNûçeRojhilatanavinYemen

Sazîya Navnetewî ya Efûyê: Çek û rextên Amerîkayê û welatên rojavayî çavkanîya derd û êşên gelê Yemenê ne

Sazîya Navnetewî ya Efûyê li Londonê ragihand ku êrişa di dawîya meha Çilê ya hevalbendîya di bin fermana Erebistanê bi bombeyên Amerîkayê ser malekê li Yemenê de ku di encamê de 6 kes ji  malbatê hatin kuştin û birîndar bûn, cinayeta herî teze ji zincîre cinayetên cengê yên Amerîkayê û vê hevalvendîyê li Yemenê ye.

Lîn Malof rêvebira pişka Lêkolîna Rojhilata Navcînê ya  Sazîya Navnetewî ya Efûyê got: Piştî sê salan ji şerê Yemenê, tu nîşaneke vetefitîna pevçûnan xûya nake û alîyên şêrr kiryarên ku bûne seema êş û derdan ji bo gel, didomînin.

Sazîya Navnetewî ya Efûyê herwiha ragihand: Amerîka, Erebistan û welatên wek Fransa, Spanya û Îtalyayê bi veguhestina bayê çend milyardan çek û rextan bo Erebistanê, bilî jinavbirina can û malê kesên sivîl, peymana cîhanî ya ticareta çekan jî kirine pênekî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu