CîhanErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Sazîya Navnetewî ya Efûyê: Erebistanê bombên Xweşî li Yemenê bikar anîne

Sazîya Navnetewî ya Efûyê vê sibê bi raporekê ragihand ku hevalbendîya bin rêvebirîya Erebistanê ya dijî Yemenê, jibo cara sêyem di meha buhurî da, bombên Xweşî li Yemenê bikar anîne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, Sazîya Navnetewî ya Efûyê herwiha ragihand: Erebistanê di 15`ê Sibatê da bi bombeyên Xweşî ên ku Brêzîlê çêkirine êrişî Seideya Yemenê kirîye.

Ev êriş ku bû sedema birîndarbûna 2 sivîlan, tenê çend rojan piştî wê pêk hat ku Brêzîl, Erebistan û Amerîkayê dengê Erê nedan pejirandina biryara Civata Giştî ya NY ya jibo qedexeya bikaranîna sîlehên Xweşî.

Zêde ji 100 welatan sala 2008`an da peymanek li Oslovê wajo kirin ku li gorî wê bikaranîna bombên Xweşî qedexe hat îlankirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu