CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya nerazîyên malizyayî li ser boykotkirina kelûpelên amerîkî-siyonîstî

Geklê Malizyayê careka din bi lidarxistina kombûnên bi aştî daxwaza boykotkirina kelûpeklên amerîkî û siyonîstî kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, xwenîşanderên malizyayî roja Îniyê bi rakirina hin destnivîsan bi mijara boykotkirina kelûpelên amerîkî-siyonîstî, li Mizgefta Potraya bajarê Potracayaya paytexta rêvebiriyê ya Malizyayê, li ser boykotkirina hin kelûpelên amerîkî-siyonîstî li vî welatî pêgiriî kirin.

Hêjayî goptinê ye ku hewildana ji bo boykotkirina kelûpelên amerîkî-siyonîstî ji çend hefteyan vberî viya va li Malizyayê dest pê bûye.

Hewildana ji bo boykotkirina kelûpelên amerîkî-siyonîstî ku pêştir jî li Malizyayê dihat hilêxistin, bi karê vê dawiyê ya Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê ya ragihandina Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst ciddîtir bûye.

Eva li halekî ye ku pêşnivîsa biryarnameya Qudsê roja Pêncşemiyê li Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi pirraniya dengan hat pesendkirin. Li gorî vê biryarnameyê NY dê Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst bi fermî nas neke.

Hêjayî gotinê ye ku Roja Pêncşemiyê li Civata Giştî ya NYê îro li ser pêşnûmeya ku ragihandina Qudsê weke paytexta Îsraîlê red dike, dengdan pêk hat. Ev pêşnûma li dijî biryara Trump bi 128 dengên ‘erê’ hat qebûlkirin. 9 welatan ev pêşnûme red kir û 35 welatan jî li ser pêşnûmeyê deng nedan.

Serokomarê Amerîkayê roja Çarşemiya du hefteyan berî viya tevî hebûna dijayetiyên berfireh ên welatên cîhanê derheq biryara Amerîkayê ya bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rêjîma Israîlê ragihand ku Amerîkayê Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst bi fermî nas dike.

Donald Trump her wiha ji wezareta karên derve ya Amerîkayê xwest ku pêdivî  û pêwîstiyên veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Beytul Muqedesê dabîn bike.

Beytul Muqedes ji hêla biryarnameyên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) va wek cihekî dagirbûyî tê naskirin û ev karê Amerîkayê di rastiyê da binpêkirina biryarnameyên vê saziya navneteweyî ye. Beytul Muqedes ku Mizgefta Eqsayê wek yekem qibleya misilmanan têda ye, beşeka necudabûyî ya Filistînê û yek ji şûnewarên herî girîng ên pîrzo ên îslamî ye. Ev bajar xwedana cîgeheka taybet li ba misilmanan e.

Başa dön tuşu