Sê eskerên iraqî li encama teqîna bombeyê hatin kuştin an birîndar bûn
Du hêzên polîs ên Iraqê li encama êrişa întiharî li rawestgeheka lêgeriyê li parêzgeha Kerkûkê li bakurê vî welatî hatin kuştin û kesek jî bîrindar bû.
Li gorî gotina rayedarekî ewlehiyê li encama teqîna întiharî ya trimbêkeke bombekirî li îsta lêgeriyê ya El-Tariqiyê li ber dreiyê navça El-Ebasî ya bajarê Hewîcê li başûrê rojava Kerkûkê du hêzên polîs hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Kanala televîzyonî ya Meyadînê jî li bara teqîna li ber derbasgeha başûrî ya bajarê El-Qaima Iraqê li sînorê Sûriyê agahî da.
Ebdulsetar Bêreqdar, berdevkê dîwana bilind a Iraqê jî li daxûyaniyekê bal kişand ser dayîna hikmê îdama sê kes ji endamên koma terorîstî ya DAIŞê bi tawana êrişa ser xelkê sivîl li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê ji aliyê dadgeha vî welatî û got: Wisa ku tawanbar li xwe mukir hatine, wan li hin êrişên li dijî hêzên ewlehiyê û kuştina xelkê sivîl ên vê parêzgehê rola xwe hebûne.
Tevî ku Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê 10 Kanûna 2017`an li bara azadkirina tam a vî welatî ji lepê DAIŞ`ê agahî da lê hêzên çekdar ên Iraqê li van Heşda Şebî şopandina endamên mayî ên nepenî yên DAIŞê li navçên rizgarbûyî didomînin.