IraqNûçeRojhilatanavin

Sê eskerên iraqî li encama teqîna bombeyê hatin kuştin an birîndar bûn

Du hêzên polîs ên Iraqê li encama êrişa întiharî li rawestgeheka lêgeriyê li parêzgeha Kerkûkê li bakurê vî welatî hatin kuştin û kesek jî bîrindar bû.

 Li gorî gotina rayedarekî ewlehiyê li encama teqîna  întiharî ya trimbêkeke bombekirî li îsta lêgeriyê ya El-Tariqiyê li ber dreiyê navça El-Ebasî ya bajarê Hewîcê li başûrê rojava Kerkûkê du hêzên polîs hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Kanala  televîzyonî ya Meyadînê jî li bara  teqîna  li ber derbasgeha  başûrî ya bajarê El-Qaima Iraqê li sînorê Sûriyê agahî da.

Ebdulsetar Bêreqdar, berdevkê dîwana  bilind a Iraqê jî li daxûyaniyekê bal kişand ser dayîna hikmê îdama sê kes ji endamên  koma terorîstî ya DAIŞê bi tawana  êrişa ser xelkê sivîl li parêzgeha  Enbarê li rojava Iraqê ji aliyê dadgeha  vî welatî û got: Wisa ku tawanbar li xwe mukir hatine, wan li hin êrişên  li dijî hêzên ewlehiyê û kuştina  xelkê sivîl ên vê parêzgehê rola xwe hebûne.

Tevî ku Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê 10 Kanûna 2017`an  li bara azadkirina  tam a vî welatî ji lepê DAIŞ`ê agahî da lê hêzên çekdar ên Iraqê li van Heşda Şebî şopandina  endamên mayî  ên nepenî yên DAIŞê li navçên rizgarbûyî didomînin.

Başa dön tuşu