Sê eskerên Rejîma Siyonîstî li bakûra rojhilata Qudsê ji ber operasiyoneke dijî siyonîstiye jineke filistînî birîndar bûn.
Medyayên Rejîma Siyonîstî ragihandin ku jineke filistînî pê tirombîla xwe êrişî ser navendek lêgeryana polîs li bajarokê Adem li bakûra rojhilata Qudsê kir ku ji ber vê êrişê du polîs û hêzekî ewlehiya vî rejîmî birîndar bûn.
Artêşa Rejîma Siyonîstî li daxûyaniyekê ragihand ku ev jina filistînî hatiye girtin û lêkolîn li vê barê berdewame.
Medyayên Rejîma Siyonîstî ragihandin ku lêkolînên destpêkê nîşan daye ku hedefa vê jina Filistînî êrişa ser eskerên wan bûye.
Ji Cotmeha sala 2015 Întefazeya sisyan a filistîniyan nasyar bi Întefazeya Qudsê destpê bû.
Rejîma Siyonîstî ji wê çaxê pê teror, girtin û işkenceya filistîniyan xebitiye pîşiya vê Întefazê bigre lê ev xebata wan rastî işkestê hatiye û ev Întifazeya hîn jî berdewam e.
Ji destpêka Întefazeya Qudsê heta niha 279 filistînî bi gullên siyonîstan şehîd bûne.