AsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Sê jinên îranî ketin nav lîsteya 50 zanayên jin ên Asyayê

Navê sê jinên îranî kete nav lîsteya 50 zanayên ku navê wan li pirtûka Jiyana Zanayên jin ên Asyayê ku ji aliyê Akadêmiyên Zanist û Civakên Zanistî yên Asyayê ve hatiye weşandin, hatiye qeydkirin.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRNA`yê, Tahire Kaxezçî û Zehra Îmam Come, du zanyarên îranî ne ku ji aliyê Mala Çandê ya Komara îslamî ya Îranê ve, navê wan ji bo nasandina wekî jinên herî binavdeng ên Asyayê li ilm û endazyariyê bo civatên zanistî yên Asyayê hatine ragihandin.

Tahire Kaxezçî, endama Koma Zanistên endazyarî ya Mala Çandê ya Zanistan û mamosteya endazyariya kîmyayê ya Zanîngeha Senetî ya Emîrkebîrê ye û Zehra Îmam Come, mamosteya zanist û endazyariya pêşeyên xwerinê yên zankoya Cotkarî û Çavkaniyên Xwezayî yên Zanîngeha Têhranê ye.

Ji bilî van du zanyarên îranî, jineka zanyar a îranî jî ser navê Mehşîd Fîrûzî, ji aliyê Akadêmiya Zanistên Avûstralyayê ve wekî yek ji du zanyarên jin ên binavbang ên Avûstralyayê hatin nasandin.

Mehşîd Fîrûzî, lîsans û lîsansa xwe ya bilind a kîmyayê ji Zanîngeha Ilm û Senet a Îranê wergirtiye û doktoriya xwe ya di çiqa endazyariya kîmyayê ji Zanîngeha Kûyînzlend a Avûstralyayê wergirtiye.

Pirtûka Jiyana Zanayên jin ên Asyayê, bi armanca raberkirina mînakên serketî ji bo keşik û jinan û handana wan ji bo pêşketin û dewama xwendinê li çiqên zanistî hatiye weşandin.

Başa dön tuşu