ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Sê rojan piştî buyerê, 700 ton alîkariyên  nepereyî yên xelkê Kirmaşanê bo navçeyên erdhejlêxistî hatine şandin

Alîkariyên pereyî û nepereyî bo navçeyên erdhejlêxistî yên parêzgeha Kirmaşanê didomin.

 Şaredarê Kirmaşanê diyar kir: Sê rojan piştî buyerê, 700 ton alîkariyên  nepereyî yên xelkê Kirmaşanê bo navçeyên erdhejlêxistî hatine şandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Areş Rizayî, şaredarê Kirmaşanê bal kişand ser şandina  zêde ji 63 barên  alîkariyên  nepereyî yên şareadriyê heya dawiya sêyem roja gîhandina alîkariyan bo navçeyên erdhejlêxistî yên parêzgehê û got: şaredariyê zêde ji 700 ton  barên  şandî yên  xwarekê ,  kincan,  amûrên nav malê    şandine navçeyên erdhejlêxistî ji bi trêlî û  kompêrsiyê.

Ekber Hesenbeglû, rêveberê şîrketa  belavkirina  iliktrîka  Azerbaycana  rojava jî li bara şandina  30 kesan wek tîma operasyonê ya  şîrketa belavkirina hêza iliktrîkê jibo alîkariyê  ji vê parêzgehê bo Kirmaşanê agahî da.

Murtiza Sulêymanî serokê Rêxistina  alîkarî û hawargihêştinê ya  Hîva Sor ya Komara Îslamî ya Îranê jî li bara  belavkirina  43 hezar konên alîkariyê li navçeyên  erdhejlêxistî yên Kirmaşanê agahî da.

Erdhejeke 7.3 rîşterî yekşemiyê şevê rojava Îranê hejand. Heya niha  li encama vê erdhejê 433 kesan canê xwe ji dest dane û zêde ji 9 hezar kes jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu