Sê rojan piştî buyerê, 700 ton alîkariyên nepereyî yên xelkê Kirmaşanê bo navçeyên erdhejlêxistî hatine şandin
Alîkariyên pereyî û nepereyî bo navçeyên erdhejlêxistî yên parêzgeha Kirmaşanê didomin.
Şaredarê Kirmaşanê diyar kir: Sê rojan piştî buyerê, 700 ton alîkariyên nepereyî yên xelkê Kirmaşanê bo navçeyên erdhejlêxistî hatine şandin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Areş Rizayî, şaredarê Kirmaşanê bal kişand ser şandina zêde ji 63 barên alîkariyên nepereyî yên şareadriyê heya dawiya sêyem roja gîhandina alîkariyan bo navçeyên erdhejlêxistî yên parêzgehê û got: şaredariyê zêde ji 700 ton barên şandî yên xwarekê , kincan, amûrên nav malê şandine navçeyên erdhejlêxistî ji bi trêlî û kompêrsiyê.
Ekber Hesenbeglû, rêveberê şîrketa belavkirina iliktrîka Azerbaycana rojava jî li bara şandina 30 kesan wek tîma operasyonê ya şîrketa belavkirina hêza iliktrîkê jibo alîkariyê ji vê parêzgehê bo Kirmaşanê agahî da.
Murtiza Sulêymanî serokê Rêxistina alîkarî û hawargihêştinê ya Hîva Sor ya Komara Îslamî ya Îranê jî li bara belavkirina 43 hezar konên alîkariyê li navçeyên erdhejlêxistî yên Kirmaşanê agahî da.
Erdhejeke 7.3 rîşterî yekşemiyê şevê rojava Îranê hejand. Heya niha li encama vê erdhejê 433 kesan canê xwe ji dest dane û zêde ji 9 hezar kes jî birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)