İslami Davet Kurdi Bange İslami

Sê-yekek ji zarokên guhestî ji kempa daristana Kalê ya Fransayê wenda bûne

Penaber bitaybet penaberên zarok tim di rewşeke bê ewleh û dijwar li piştî sînoran û li gelek ji welatên ewrûpî jiyan dikin.

 Li gorî raporên herî nû, nêzîkî  sê-yekek (1/3) zarokên  penaber ku li kempa  daristana  Kalê ya Fransayê hatibûn bicih kirin piştî têkbirian vê kempê li Cotmehê bêserûşûn bûne.

Navenda xêrxwaziyê ya xizmetên awareyên ciwan ragihand ku nikarin cihê jiyana sê-yekek ji 179 zarokên peanber ku wextekê li vê kempê bûn peyda bikin.

Bin Toten damezrênerê vê navenda xêrxwaziyê hişyarî da ku zarokên wendabûyî renge ketibin destê qaçaxçiyan.

Piraniya  penaberan ji ber hegerên curbicur mîna şêr û şîdetê li navçê neçar mane koçber bibin û eva demek e ku li welatên ewrûpî  di rewşeke xirab de jiyan dikin.  Piraniya wan di kempan û pir ji wan jî li pişt sînoran  îmkanat û ewlehiya canê wan  pir kêm e. Eva li halekê ye ku  jibo gihêştina  bo pişt sînorên Ewrûpayê riyeke  pir dijwar û bitalûke derbas kirine.

Herçend  welatên ewrûpî ji destpêka qeyrana ji rû ve wer nîşan dane ku bona însaniyetê mirovheziyê dixebitin, lê tenê bi sloganan piştgirî dane peanberan . Bi zêdebûna  pêvajoya penaxwaziyê û  zêdebûna  pirsgirlkên aborî û siaysî nav Ewrûpayê heta ev slogan jî kêmtir tê bihîstin.

Piraniya dewletên ewrûpî yên mîna Almanya û Fransayê ku îdiaya  wergirtina koçberan dikirin ji ber rewşa  navxweyî û nêzîkbûna dema hilbijartinê û hevrikiyên  partiyan eşkere ji siaysetên li dijî penaberan piştgiriyê dikin. li dewama vê guhertina helwêsta wan li bara penaberan, meha derbasbûyî dewleta Fransayê kempa herî mezin a peanberan li bajarê Kalê girêda û ew kavil kir.  Dewleta Fransayê jî bin zexta raya giştî ragihand ku  penaberan dişîne kempên din û zarokan jî dişîne  Brîtanyayê lê niha  bi derbasbûa  mehekê çarenivîsa gelek ji zarokan  nediyar e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version