Sed Herîrî serokwezîrê Libnanê diyar kir: Beşdariya Hizbullahê li dewleta Lubnanê bûye sedema aramî û ewlehiya siyasî li vî welatî.
Serokwezîrê Libnanê li gotûbêja bi rojnama emerîkî ya Wall Street Journalê re diyar kir: Qet li dû rawestana li ber hizbullaha libnanê nîne.
Sed Herîrî destnîşan kir: Hizbullah endameke dewleta Libnanê ye û li teşkîlata dewleta vî welatî, hemî partî beşdar in û armanca sereke, cihhatina ewlehiya siyasî û yekitiya li Lubnanê ye.
Serokwezîrê Libnanê her wiha diyar kir: Hewl dide welatê xwe ji pirsgirêka navbera Erebistana siûdî û Îranê dûr bixe.
Sed Herîrî ku li gor sinaryoya siûdiyan bi awayekî berwext li 4 MIjdarê neçar bibû ji posta serokwezîriya Libnanê îstifa bike li vê gotûbêja hûrgiliyên mayîna xwe li Erebistanê nexist rojevê û tenê îdia kir: Erebistana siûdî rasterst li karûbarên siyasî yên libnanê mudaxile nekiriye.
Piraniya rayedarên libnanî ser vê bawerê bûn îstifaya nişkêveyî ya Herîrî, bin zexta Erebistanê û bi armanca derbelêxistina li Hizbullaha Lubnanê cih hat.
Di eynî de serê axir piştî 20 rojan, Sed herîrî vegerya Libnanê û îstifaya xwe ya neqanûnî zivirand.