Sedî 60`ê gelê cîhanê ava vexwarinê ya saxlem tinen
Rêxistina cîhanî ya tenduristiyê roja çarşemiyê li raporekê raghand ku nêzîkî sedî 60`ê xelkê cîhanê ava vexwarinê ya paqij û saxlem tinen.
Li gorî rapora IRNA`yê, Rêxistina cîhanî ya Tendirustiyê herwiha li vê raporê, ji welatên endamên vê saziyê xwest ku bila hewldaneke zêdetir jibo dabînkirina ava saxlem û paqij wek hewcetiya însanî li cîhanê bikin.
Li vê raporê hatiye tekezkirin ku bidestxistina ava vexwarinê ya paqij li cîhanê nabe tenê ya beşek ji nifûsa cîhanê ya bi tenahî an jî ya kesên bajêrî bibe.
Li rapora vê saziyê hatiye gotin ku li gorî lêkolînên cihatî niha sedî 15 ê xelkê welatên başûrê Efrîqayê û nêzîkî sedî 76 ê xelkê welatên rojavaya Asiya û bakurê Efrîqayê îmkanên tendrustiyê tinene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)