NûçeRojhilatanavinSûriye

Sedî 60`ê rojhilata Heleba Sûriyê ji bin kontrola komên têrorîst hat derxistin

Hêzên artêşa Sûriyê zêdetir ji sedî 60`ê rojhilata Helebê li bakûrê vî welatî ji bin lepên komên têrorîst azad kirn.

Hêzên Artêşa Sûriyê beşa Tariq El Babê li rojhilata Helebê ji bin kontrola kesên çekdar derxistin; Bi vî awayî zêde ji sedî 60`ê rojhilata Helebê hatiye azadkirin.

Kanala têlêvîziyoniya Al-Alamê jî ragihand ku artêşa Sûriyê baregehên li taxên El Qatircî û El Helvaniyê li rojhilata Helebê tesbît kirin.

Niha rojavaya Helebê di bin kontrola hêzên artêşa Sûriyê û hin beşên rojhilata Helebê jî li destê têrorîstan e.

Li vî halî kanala têlêvîziyoniya El Meyadîna Libnanê ragihand: Artêşa Sûriyê ji bo pêkanîna ewlehiay tam li riya bajarê Herlebê heta balefirgeha Helebê û destpêkirina nû ya firrîna firokeyên rêwîhilgir ji vê balefirgehê dixebitin û niha tenê bîst û pênc kîlomitrên çargûşe ji rûbera rojhilata Helebê li bin kontrola têrorîstan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu