NûçeRojhilatanavinSûriye

Sedî 80 axa deverên rojhilata Helebê bikevin bin kontrola artêşa Sûriyê

Grûpên terorîstî navçên  dorpêçbûyî yên Fûe û Kifriyayê li derdora Idlibê kirin hedef ku li encama vê Muhemed Samî Emîn û keça wî Rama Mutî Emîn hatin kuştin.

Duh jî artêşa Sûriyê deverên Kerem El-Mîsr, Kerem El-Qatirçî û Kerem El-Tehanê xistin bin kontrola xwe.

Bi pêşdeçûna  artêşa Sûriyê ji mêhwerên  rojhilat û bakur ber bi beşa başûrî ya riya ber bi balefirgeha  navneteweyî ya  Helebê û hevgavê bipêşdeçûna ber bi  meqera herî giring a terorîstan li nexweşxana  El-Eynê bû baîs ku  sedî 65 heya sedî 70 axa  deverên rojhilata  Helebê bikevin bin kontrola artêşa  Sûriyê.

Hêzên dewletî yên  Sûriyê ragihandin beşên berfireh ji navça  navbera balefirgeha Helebê ji rojhilat heya kela Helebê li rojavayêxistine bin kontrola xwe ku riya navbera  navenda Helebê û balefirgeha  navneteweyî ya wê ewleh dike û dibe baîs balefirgeh  wek korîdoreke  hewayî jibo piştgiriya ji hêzên dewletî li pêşerojê bê xebitandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu