Grûpên terorîstî navçên dorpêçbûyî yên Fûe û Kifriyayê li derdora Idlibê kirin hedef ku li encama vê Muhemed Samî Emîn û keça wî Rama Mutî Emîn hatin kuştin.
Duh jî artêşa Sûriyê deverên Kerem El-Mîsr, Kerem El-Qatirçî û Kerem El-Tehanê xistin bin kontrola xwe.
Bi pêşdeçûna artêşa Sûriyê ji mêhwerên rojhilat û bakur ber bi beşa başûrî ya riya ber bi balefirgeha navneteweyî ya Helebê û hevgavê bipêşdeçûna ber bi meqera herî giring a terorîstan li nexweşxana El-Eynê bû baîs ku sedî 65 heya sedî 70 axa deverên rojhilata Helebê bikevin bin kontrola artêşa Sûriyê.
Hêzên dewletî yên Sûriyê ragihandin beşên berfireh ji navça navbera balefirgeha Helebê ji rojhilat heya kela Helebê li rojavayêxistine bin kontrola xwe ku riya navbera navenda Helebê û balefirgeha navneteweyî ya wê ewleh dike û dibe baîs balefirgeh wek korîdoreke hewayî jibo piştgiriya ji hêzên dewletî li pêşerojê bê xebitandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)