IraqNûçeRojhilatanavin

Sedir: Bila gotûbêjên pêkanîna dewleta nû ya Iraqê bên sekinandin

Muqteda Sedir serokê Bereya Sedir û piştgirê hevalbendîya hilbijartinan a Saêrûnê xwest ku gotûbêjên pêkanîna dewleta nû ya vî welatî heta dabînkirina daxwazên nerazîyan bên sekinandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Muqteda Sedir şeva buhurî li Tiwwîtekê xwest ku odeya opêrasyonê di navbera dewletê û xwenîşanderan de ji bo dabînkirina daxwazên nerazîyan bê avakirinê û hewildanên ji bo pêkanîna delweta nû jî bên sekinandin.

Muqteda Sedir got: Komên sîyasî yên serketîyê hilbijartinan divê di vê çarçovê de heta dema serêxwegirtina daxwazên rewa yên xwenîşanderan, gotûbêjên pêkanîna hevalbendîya parlimanî û meseleyên têkildarî wê rawestînin.

Gelê parêzgehên başûr û navenda Iraqê ji ber rewşa bêserûber a xizmetguzarîyên giştî di warên ceryan û avê de û bêkarîya ciwanan ji 10 rojan berî niha ve dest bi xwenîşandanê kirine.

Bi dû berfirebûna wan xwenîşandanan, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li fermaneke heftxalî pêgirî li ser şopandin û dabînkirina lezgîn a daxwazên xwenîşanderan û pirsgirêkên gelên parêzgehên hanê kirîye.

Başa dön tuşu