CîhanEwropaNûçe

Trump û Biden di mijara ‘tundiya nav welêt’ da hevdu sûcdar kirin

Li bajarê Kenoshayê ya eyaleta Wisconsinê polêsan 7 gule berda reşikekî û piştî wê bûyer derketin. Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku bûyer di rûyê Biden da derketin û ew wek berpirs dît.

Trump îdia kir ku li hemû bajarên ku demokrat lê rêvebir in, rêjeya sûc zêde bûye û wiha dewam kir, “Joe Biden û Kamala Harris bi daxuyaniyên xwe va cesaretê dide rêxistinên çepgir ên tundraw û rêxistinên weke Antîfayê û ew jî van bûyeran derdixin.”

Trump Antîfayê weke “rêxistina terorê ya navxweyî” pênase dike û ji ber ku Biden di daxuyaniya xwe ya îro da qet behsa Antîfayê nekir, Trump Biden ji bo vê mijarê jî rexne kir.

Trump got ku pêkanîna pergalê weke serok wezîfeya wî ye û ew jê berpirsiyar e, Demokratan tu wextî rêxistinên çepgir ên tundraw şermezar nekir, ev jî bû sedema bûyerê weke yên Kensohayê.

Namzedê serokatiyê yê Demokratan Biden jî li bajarê Pittsburghê daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û got ku Trump berpirsiyarê bûyerên tundî yên li welêt e û di rûyê wî da polês li dijî reşikan ew qas tund in. Biden wiha dewam kir, “Trump nirxên welatê me jehrî dike û perçebûnê zêde dike. Agirê tundiya li bajarên me gur dike. Ew nikare pêşî li ber tundiyê bigre, lewra bi salan e ew vê bingeha vê tundiyê çêdike.”

Yekşema beriya ya pêr li Kenoshayê bûyer derket polêsekî 7 gule berda pişta reşikê bi navê Jacob Blake û ew felç kiribû.

Başa dön tuşu