IraqNûçeRojhilatanavin

Sedr: Em nahêlin Amerîka siwarî pêla xwepêşandanên xelkê Iraqê bibe

Rêberê Tevgera Sedr û Fraksiyona Saîrun Muqteda Sedr, dibêje ew ê bi ti awayî rê nedin Amerîkayê li pêla xwepêşandanên xelkê Iraqê siwar bibe.

Muqteda Sedr bi daxuyaniyeke tûnd dijberiya xwe beramber Amerîkayê diyar kir û da zanîn ku Amerîka hewl dide destwardanê di karûbarên Iraqê da bike û got ku ewê nehêlin ev hewlên Amerîkayê serê xwe bigirin û Iraq ya xelkê vî welatî bi xwe ye û ew ê nehêlin Amerîka Iraqê jî bike weke Sûriyê.

Sedr di berdewamiya daxuyaniya xwe da herwiha pêgîrî kir ku ew ê nehêlin Amerîka li pêla xwepêşanderên Iraqê siwar bibe û Iraqê bike navenda milmilaneyan. Sedr dibêje ew dikarin Iraqê biparêzin û pêwîstiya wan ne bi Amerîka û ne jî bi aliyekî din heye.

Muqteda Sedr gefa êrîşê jî li Amerîkayê xwar û ragihand heger Amerîka vê carê jî destwerdanê di karûbarên Iraqê da bike wê bi milyonan kesan rêkbêxe ji bo nemana Amerîkayê bi yekcarî li Iraqê.

Başa dön tuşu