IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Tu hêzeke eskerî ya biyanî li şerê li hember DAIŞ`ê tine

Serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê li Bexadyê diyar ku Iraq bereberê demên giring û biçarenivîs a şer û azadiya bajaran ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê de ye û daxwaza dewama piştgiriyên navneteweyî ji welatê xwe kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, nivîsgeah serokwezîriya Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û Cêyms Matîs, wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê roja duşemiyê li hevdîtina bi hev re li warên eskerî, ewlehî, şerê li hember DAIŞ`ê û operasyona azadkirina  beşa rojava  Mûsilê şêwirîn.

Li vê hevdîtinê El-Ebadî cardinê diyar kir: Li şerê li hember DAIŞ`ê tu hêzeke eskerî ya niyanî hazir nebûye û tenê şêwirmendên  eskerî yên hêzên iraqî ne ku  li erdên Iraqê de ne û şêr dikin û serketinan cih tînin.

Wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê jî ku bêyî bername sefera Bexadyê kiriye li hevdîtina tev  Ebadî diyar kir ju dê welatê wî piştiriya xwe ya tam ji Iraqê li şerê li hember terorîzmê bidomîne.

Hevgav, fraksiyona  parlemanî ya Sadiqûna Iraqê, li berteka li hember sefera wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê bo Bexdayê, ew karekî nepejirandî da zanîn û ragihand: Dê li hemberî hizûra Emerîkayê û baregehên wî yên leşkerî li Iraqê weke grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê wek hêzeke dagirker bertek bê nîşandan.

Cêyms Matîs, wezîrê  berevaniyê yê nû yê Emerîkayê jibo hevdîtina  tev rayedarên iraqî û hêzên emerîkî yên hazir li Iraqê roja duşemiyê li sefereke  ji pêşve kivşnekirî gihêşt Bexdayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu