ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Ewropa divê têkildarî rêketinama atomî biryarên cihanînê bide

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li çaremîn civîna Civata Bilind a Hevdengîya Aborîya Îranê got: Welatên ewropî vîna sîyasî ji bo domandina hevkarîyên aborîyê yên li gorî rêketinama navokî hene lê pêkhatina vê yekê hewcedarê pêngavên piratîkî û biryarên cihanînê ye ku divê di dema kivşkirî de encama wan hebe.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê di 8`ê Gulanê de vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û sepandina dubare ya boykotên têkildarî bernama atomî ser Îranê de ragihand. Ev kiryara Trump pêrgî neyarîya berfire ya navxweyî û navnetewî bû. Ingilîs, Fransa, Çîn, Ûrsêt, Alman û YE`yê wek alîyên vê rêketinamê ragihandin ku piştgirîyê didin vê rêketinama navnetewî.

Di vê çarçovê de Îran û Ewropayê di hefteyên vê dawîyê de hin gotûbêj bi merema parastina rêketinama atomî piştî vekişîna Amerîkayê ji vê rêketinama navnetewî destpê kirine.

Başa dön tuşu