ÎranNûçeRojhilatanavin

Sefera 4 rojî ya Zerîf bi dawi bû

Wezîrê karên derve yê Îranê piştî seferaxwe ya 4 rojî bo Tirkiyê, Komara Azerbaycanê û Komara xweîdarekere Nexcewanê ziviriye Têhranê.

Li gor rapora IRIB Newsê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê ku hevrê digel Hesen Rûhanî bona pişkdariya li civîna ser rewşa Sûriyê ya serokkomarên Îran, Rûsiya û Tirkiyê 3 Nîsanê seredana Enqerê kiribû  piştî seferaxwe ya 4 bo bo Tirkiyê, Komara Azerbaycanê û Komara xweîdarekere Nexcewanê zivirî Têhranê.

Zerîf çarşemê şev ji Tirkiyê çûye Bakûyê paytexta Komara Azerbaycanê ta ku pişkdariya civîna dewreyî ya wezîrê karên derve yê welatên qeyîdnenas bike.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li kêlega civîna welatên endame bereya qeydnenasan li Bakû paytexta Komara Azerbaycanê duh pêncşemê tev Wezîrê karên derve yê Koreya Bakûrî, Lîbî, Efxanistan, Filistîn, Hindûstan, Sirbistan, Veniziola û serokê taximên Sûriyê û Kûbayê û serokê Civata Giştî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî hevdîtin pêk anî û bi wan va li ser peywendiyên du alî, meselên navnetewî û rewşa welatên Qeyîdnenas axivî.

Wezîrê karên derve yê Îranê li civîna tev wezîrê karên derve yê welatên Qeyîdnenas ser pêwîstiya zivirandina heq û mafê filistîniyan û damezirandina dewletekî filistînî bi paytextiya Qudsa Şerîf, kutahiya dorpêça ser Zîvala Gazayê û sekinîna welatên Qeyîdnenas li hemberî cinayetên Rejîma Siyonîstî sekinî.

Civîna wezîrên karên derve yên tevegra qeydnenasan bi navê “Berbelavkirina aşitî û ewlehiya navneteweyî ji bo geşatiya mayînde” li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê destpê bûye û îro îniyê dê karê xwe kuta bike.

Li vê civînê ku dê du rojan bidome, 800 nûner ji 120 welatên endam, her wiha 17 welêt û 110 saziyên navneteweyî yên çavdêr  hazir bûne.

Başa dön tuşu