Alîkarê pilebilind ê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa karûbarên siyasî û muzakirekirê pileblind ê Îranê li muzakirên navneteweyî yên aşitiya li Sûriyê, roja duşemiyê bi taximekê re berê xwe dan Jinêvê.
Huseyn Cabêriyê Ensarî, alîkarê pilebilind ê wezîrê karên derve yê Îranê biryar e îro berêvarê ev muzakirekirê pilebilind ê her du welatên din ên garantorê pêvajoya Astanê û nûnerê taybet ê Sekreterê Guiştî yê Rêxistian Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê gotûbêjên dualî hebin.
Her wiha muzakirekirê pileblind ê Îranê li muzakirên navneteweyî yên aşitiya li Sûriyê,sivê li gotûbêjên çaralî navbera muzakirekirên pilebilind ên sê welatên garantorê pêvajoya Astanê û Îstefan dê Mîsora nûnerê skreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li akrûbarên Sûriyê beşdar bibe.
Mijara sereke ya gotûbêjên du û çendalî yên Huseyn Cabêriyê Ensarî li Jinêvê, riyên hêsankirina destpêkirina xebata komîta qanûna bingehîn a Sûriyê ye.
Ev muzakire bi însiyatîva Komara Îslamî ya Îranê û hevkariya Rûsiyê û Tirkiyê, bi armanca damezrandina aşitiyê li Sûriyê hatine plankirin.