ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Sefera îraniyan bo Herêma Kurdistana Iraqê sedî 30ê zêde bû

Rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê qala zêdebûna sedî 30ê ya hejmara sefera îraniyan bo vê herêmê di bereberê Newrozê kir.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNAyê, Zirar Hisên, Birêvebirê giştî yê derbasgeha sînorî ya Hecî Umran li Hewlêrê li vî warî da ji mêdyayan ra got: Di meha Adarê da 60 hezar geştyarên îranî derbasî Herêma Kurdistana Iraqê bûne.

Wî her wiha got: Piştî rakirina pereyê 25 hezar dînarî yê derbasbûna nav vê herêmê jibo geştyarên îranî, bi qasî 10 rojan ji aliyê dewleta Herêma Kurdistana Iraqê, hatûçûna bo vê herêmê bi qasî sedî 30ê zêde bûye.

Ebdullah Salih, Rêvebirê giştî yê pêwendiyên dewleta Herêma Kurdistana Iraqê jî got: Pêwendiya dîrokî ya gelê Îranê û Kurdistana Iraqê bûye sebeb ku di boneyên taybet da seredan derveyî sînoran jî bigire ber xwe û gel li Îranê berê xwe bidin Herêma Kurdistana Iraqê.

Cejna Newrozê hevdem digel Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê û gellek navçeyên di ên vî welatî cejneka kevnare û xwedan cîgeha bilind a gelanî ye û her salê bi vê boneyê çend rojan betlaniya fermî ye û cejnên berfireh tên lidarxistin.

Başa dön tuşu