FilistînNûçeRojhilatanavin

Aktivîstê cihû ji bo ji dinyayê ra qala zilma Îsraîlê bike dimeşe Filistînê

Aktivîst Benjamîn Ladraayê ji Swêdê yê bi eslê xwe cihû ye ji bo bertekê nîşanî zilma Îsraîl li Filistînê dike bide ji Swêdê dimeşe Filistînê.

Benjamîn Ladraa destnîşan kir ji bo balê bikşîne ser zilma Îsraîlê û doza Filistînê wê 4 hezar û 800 kîlomêtro rê bimeşe û wiha got: “Îsraîl bombeyên fosforê diavêje Xezeyê. Bombe dibarîne ser nexweşxane, dibistan û însanên sivîl. Ji bo alîkariyên diçin Xezeyê astengiyan derdixe. Ji bo qala doza Filistînê bikim ez ê ji Swêdê heta Filistînê bimeşim.”

Ladraa destnîşan kir wê ji 7-8 welatan derbas bibe û li her derê qala doza Filistînê bike û wiha got: “Dixwazim ji ser Swêd, Almanya, Awistirya, Slovenya, Xirvatistan, Yewnanistan, Tirkiye û Qibrîsê ra bigihêjim Filistînê. Ji bo vê min ji wezîfeya xwe ya li Xaça Sor îstifa kir.”

Benjamîn Ladraa diyar wê li Qibrîsê li keştiyê siwar bibe û bigihêje bendergeha Hayfayê û got rêwîtiya min wê salekê biajo. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu