ÎranNûçeRojhilatanavin

Sefera serokkomarê Îranê bo parêzgeha Kurdistanê

Parêzgarê Kurdistanê got: Serokkomarê Îranê dê sibe şemiyê seredana vê parêzgahê bike û dê li vê sefera xwe çend pirojên avedankariyê birê xîne.

Li gor rapora IRIB News`ê, Ebdulmuhemed Zahidî parêzgarê Kurdistanê got: Li vê sefera yekrojî ya serokkomarê Îranê bo vê parêzgahê dê 18 pirojên avedankariyê ku 2 hezar û 750 milyard dolar bo van projan sermayeguzarî hatiye kirin karê xwe destpê bikin.

Parêzgarê Kurdistanê ragihand ku projên herî girîng ku li vê seferê dê werin birêxistinê  evana ne: Karistana Pitroşîmiya Kurdistanê, 114 navendên radyo-telivîzyonî, karistana Lastîk a Barêz, karistana çêkirina Împilentên didanan, 2 karistanên Konsantira kevrê hesin, karistana Milamînçêkirinê û Dêkorçêkirinê, vekirina zêde ji 50 kîlomitr riyên gund û bajêran, raberkirina hezar û 170 malên projeya Mêhrê bo xelkê, 7 projên telekomê, behregirtina ji bendava Qûçemê li bajarê Dêhgulanê û bendava Çiragwêysê li bajarê Seqizê û behregirtina ji tonêla Inqilab a bajarê Sinê.

Parêzgarê Kurdistanê got: Bi vebûna van pirojan kar û şixul ji bo 5 hezar kes çê bûye.

Li vê sefera yekrojî wezîrên îlikterîk, nift, teavon, kar û tenahiya civakî û cîhada cotkariyê tev serokkomarê Îranê dê seredana parêzgeha Kurdistanê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu