Taxima Ensarullaha Yemenê jibo şêwirîna tev berpirsên Umanê jibo çareserkirina qeyrana Yemenê sefera Mesqetê kir.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, tê gotin ku sefera taxima Ensarullah Yemenê bo Umanê jibo navbeynkariya vî welatî li muzakirên aşitiya Yemenê bûye.
Li gor hin nûçan ev sefera nîşan dide ku hevdîtinên Îsmaîl Weled Şêx Ehmed şandiyê taybet ê sekreterê giştê yê NY li karûbarên Yemenê tev taxima muzakirekir li Senayê û Riyazê encameke erênî tine bûye.
Di eynî demê de Muhemed El-Bexîtî endamê Konseya siyasî ya tevgera Ensarullahê got : rast e ku plana pêşniyarkirî ya Weled Şêx dawiyê dide hikûmeta Ebd Rebê Mensûr lê şerta çavdêriya siûdiyan ser damezrandina dewleta nû ya Yemenê dixin rojevê.
Şantajên siûdiyan û alîgirên wan bûye sedem ku plana raberbûyî ji aliyê nunerê taybet ê NY planeke hevseng û tekûz nebe û di partîkê de bibe planeke yekalî li gorî têbîniyên Alê Siûd.
Bêdengiya NY li hember tevkujiya xelkê Yemenê ji aliyê Rejîma destdirêjkir a siûdî ev rexistina kiriye şirîkê destdirêjiyên Erebistanê ser Yemenê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)