EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Sefera Zerîf bo Holandayê

Wezîrê karên derve yê Îranê piştî bidawîhatina sefera xwe ya yekrojî bo Parîsê û hevdîtin û gotûbêja ligel rayedarên Fransayê, çûye Holandayê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê, Mihemedcewad Zerîf berbanga îro anku pêncşemiyê, 23`ê Hezîrana 2016`an, gihîşte Amistirdama paytexta Holandayê.

Wezîrê karên derve yê Îranê piştî rawestaneke yekrojî li Amistirdamê û hevdîtin û gotûbêjan ligel rayedarên Holandayê ji wan wezîrê karên derve yê vî welatî, wê here bajarê Laheyê.

Wezîrê karên derve yê Îranê li dewra sêyem a sefera xwe ya ewropî û li yekem qonaxê da li ser vexwendina wezîrê karên derve yê Fransayê, Jan Mark Îro, çû vî welatî.

Zerîf tevî hevdîtina ligel wezîrê karên derve yê Fransayê, tev serokê parlimana Fransayê, Klod Bartilûne, serokê meclisa sênayê, Jirar Larşe û serokê komîsiyona siyaseta derve, parastin û hêzên çekdar a parlimana Fransayê, Jan Piyêr Faran ra hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Wezîrê karên derve yê Îranê her viha li Koşka Êlîzeyê tev serokomarê Fransayê, Franswa Oland hevdîtin pêk anî û li bara lihevkirinnameyên duyalî navbera Têhran û Parîsê li çarçoveya sefera sala par a serokoamrê Îranê, Hesen Rûhanî, bo Fransayê, miajrên aborî û bazirganî û mijarên navçeyê ji wan qeyrana Sûriyê bi wî ra axivî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu