EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Sefîrê Fransayê yê li Amerîkayê ji helwesta xwe ya dijî Îranê poşman bû

Sefîrê Fransayê yê li Amerîkayê bi dû hişyarîdayînên Wezareta Karên Derve ya Îranê, ji helwesta xwe vekişîya û peyamên xwe yên têkildarî Rêketinama Atomî ji rûpela Twwiterê rakirin.

Sefîrê Fransayê li Amerîkayê şeva buhurî idia kir ku Îran piştî bidawîhatina dema Rêketinama Atomî yê nekaribe zengînkirina oranîyomê bidomîne.

Sefîrê Fransayê li Amerîkayê Gerard Araud erwiha idia kir ku Îran neçar e ligorî Peymana Qedexeya Berfirekirina Çekên Atomî (NPT) û protokola zêdekirî di rewşa çavdêrîyên giran de biselimîne ku çalakîyên wê yên navokî biaştî ne.

Sefîrê Fransayê li Amerîkayê herwiha li rûpela xwe ya Twwiterê nivîsî ku Rûsîya oranîyoma zengîkirî ya pêwîst jibo Hêzgeha Navokî ya Bûşêhrê ya Îranê dabîn dike lewma tu hegerek tineye ku Îran piştî Rêketinama Atomî, oranîyomê zengîn bike.

Piştî berteka Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê, Sefîrê Fransayê yê li Amerîkayê peyamên xwe derbarê Rêketinama Atomî de ji rûpela xwe ya Twwiterê rakirin.

Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir: Heke gotinên Sefîrê Fransayê yê li Waşîngtonê têkildarî zengînkirina oranîyûmê li Îranê helwestên fermî yên Fransayê bin, ew helwest yê binpêkerê Rêketinama Atomî ya digel Îranê bin. Iraqçî wek berteka himberî idiaya Sefîrê Fransayê yê li Amerîkayê li rûpela xwe ya Twwiterê nivîsî: Dewleta Fransayê divê zûka mijarê zelal bike neku Îran dê pêngava pêwîst rake.

Ew peymanên Sefîrê Fransayê yê li Amerîkayê herwiha bûn sebeb ku Balyozê nû yê Firansayê li Têhranê Fîlîp Tiye Bû duh bo Wezareta Karên Derve ya Îranê bê vexwendinê.

Sefîrê Fransayê yê li Têhranê ragihand ku haya wî ji peymanên Sefîrê welatê wî yê li Waşîngtonê tineye û pêgirî ser vîna sîyasî ya Fransayê di çarçova cihanîna tam a Rêketinama Atomî de kir û ragihand ku ew dê mijarê ragihîne Parîsê.

Başa dön tuşu