CîhanÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Sefîrê Îran li NY: Bila civaka cîhanî piştgiriyê bide pêvajoya çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê

Sefîrê Îran li Rêxistina Netewyên Yekbûyî (NY) got: Piştî çendîn salan şer û pevçûnê li Sûriyê niha dema wê gihêştiye ku civaka cîhanî piştgiriyê bide pêvajoya çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê .

Li gor nûçeya IRNA, sefîrê Îran li NY Îshaq Alê Hebîb duh li rûniştina Konseya Ewlehiyê ya NY ku ji bo krîza Sûriyê pêk hatibû desnîşan kir divê welatên cîhanê piştgiriyê bidin avakirina Sûriyê vegerîna awareyên wê û li dewamê de got: Hêzên biyanî ku bêyî destûra hikûmeta Sûriyê ketine vî welatî terka wê bidin .

Alê Hebîb got: Bi yeqîn eva xelkê Sûriyê ye ku divê qedera xwe diyar bikin û welatên din divê pêvajoya siyasî li vî welatî de hêsan bikin û bawer û xwestekên xwe li Şamê nedin sepandin.

Sefîrê Îran li NY herwiha bal kişand ser hevdîtina wezîrên derve yên welatên endamên Pêvajoya Astaneyê û şêwirîna wan bi nûnerê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Sûriyê re û got: Pêşketinên berbiçav di warê pêkanîna Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê pêk hatine ku divê ev kiryara bi cidî berdewam bike.

Alê Hebîb herwiha bal kişand ser boykotên vê demê li dij Sûriyê û xwest ku bila ew boykot werin rakirin.

Başa dön tuşu