NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezareta karên derve yê Sûriyê: Alîkariya abûrî ya Amerîkayê bo “Kumsipiyan“ nîşana eşkera ya piştevaniya Waşîngtonê ji terorîstan e

Wezareta karên derve ya Sûriyê li daxûyaniya xwe ya yekşemêşev ragihand: Biryara Amerîkayê bona alîkarî dayîna abûrî bo Kumsipiyan nîşana eşkera yapiştevaniya Waşîngtonê ji terorîstan e.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Wezareta karên derve ya Sûriyê li daxûyaniya xwe ya yekşemêşev bilî mehkûmkirina biryara Amerîkayê bona alîkarî dayîna abûrî bo Kumsipiyan destnîşan kir; Amerîka û hinek ji welatên hevalbendê xwe ji vê grûpa terorîstî wekî emrazek bona parastina terorîzmê, bi taybet terorîzma kîmyawî li nav axa Sûriyê behre digire ta ku rûveta Sûriyê li cîhanê nebaş nîşan bide.

Wezareta karên derve ya Sûriyê bal kişande ser viya ku grûpa Kumsipiyan baskê sereke yê grûpa terorîstî ya Cibhetul-Nusre ye û destnîşan kir: Ji ber kiryarên vê grûpa terorîstî gelek ji welatiyên sivîl ên Sûriyê hatine kuştin.

Wezareta karên derve ya Amerîkayê roja îniya bihurî ragihand ku Donald Trump serokkomarê vî welatî dayîna 6 milyon û 600 hezar dolarî ji bo grûpa KumSipiyên ku li nav axa Sûriyê dixebitin qebûl kiriye.

Grûpa terorîstî ya Kumsipiyan li Adara sala 2013an bi alîkariya abûrî ya Amerîka, Ingilîz û Tirkiyê pêk hat.

Li gorî belgeyên ku artêşa Sûriyê anîne dest grûpa KumSipiyan li nav axa vî welatî hema rasterast piştevaniya grûpên terorîstî dike.

Başa dön tuşu