Şehadet û birîndarbûna bi sedan filistîniyan li “meş û rêpîvana mezin a mafê vegeryanê“
Li encama êrişa siyonîstan ser beşdarên `meş û rêpîvana mezin a mafê vegeryanê` li zîvala Gazayê herî kêm 7 filistînî şehîd bûn û 550 kes jî birîndar bûn.
Filistîniyên rûniştiyê zîvala Gazayê îro, 30 Adarê li roja erdê, meş û rîpîvana bi aşitî ya mafê vegeryanê destpê kir û li zîvala Gazayê tev Filistîna dagirbûyî kombûnek birê xistin.
Li gorî rapora Fars News, Wezareta tendurustiyê ya Filistînê raghand ku halê deh kes ji birîndaran xirab e.
Beşdarên vê merasimê bi rakirina alayên Filistînê ser mafê vegeryana awareyên filistînî bo welatê xwe teqez kirin û destdirêjiya dijminê siyonîstî ji wan tevkujiya Filistîniyan,desteserkirina wan û plana cihûkirina Qudsê û mizgevta Eqsayê şermezar kirin.
Hejmareke zêde ji rêberên Hamasê ji wan Yehya El-Senwar, rêberê tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînîya Hamasê li zîvala Gazayê beşdarê vê meşê bûn. El-Senwarê got: Emê bi zûirkê vegerin welatê ku bi zorê hatiye dagirkirin.
Îsmaîl Henye, serokê nivîsgeha siyasî ya Hamasê jî li axiftina xwe li nava xwenîşanderên filistînî li zîvala Gazayê raghand ku gelê Filistînê ji ber Qudsê û mafê vegeryanê, cardinê dê însiyatîvê bigrin destê xwe.
Xwenîaşnderên li zîvala Gazayê, agir berdan wêneyên Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî û Donald Trump serokkomarê Emerîkayê