Şehadeta ciwanê filistînî li kêleka rojava ya çemê Urdinê
Eskerên Rejîma Siyonîstî vê sibê sêşemiyê ciwanekî filistînî li bajarokê Beyt Rîmayê li Ramullahê li kêleka rojava ya çemê Urdinê şehîd kirin.
Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, Eskerên Rejîma Siyonîstî vê sibê êriş kirin ser mala Muhemed Zeqlûl Rîmawî û li wî xistin û ew desteser kirin.
Ev ciwanê filistînî piştî hêsîrbûnê ji ber xwînrêjiyz zêde şehîd ket.
Ji aliyê din ve eskerên Rejîma Siyonîstî bi êrişa ser navçên curbicure kêleka rojava ya çemê Urdinê 19 filistînî girtin.
Piştî vê êrişê navbera siyonîstan û welatiyên filistînî pevçûneke giran derket.
Eskerên siyonîst her roj bi mehneyên curbicur êrişê dikin ser malên filistîniyan li kêleka rojava ya çemê Urdinê.
Amarên fermî yên Filistînê nîşan didin ku herîkêm 6500 filistînî ji wan 300 zarok di zindanên Îsraîlê de ne.