Ciwanekî birîndar ê filistînî ji ber giraniya birînên xwe li sala 2005`an şedîd bû.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filistînê, Samid Fehmî Ebû Şenb, 29 salî xelkê navça El-Emelê li rojava Xan Yûnisê li başûrê zîvala Gazayê ku sala 2005`an bi deba gulla eskerên Rejîma Siyonîstî beriya paşdevekişyana wan ji zîvala Gazayê birîndar bibû, pênşemiyê şevê ji ber giraniya birînên xwe şehîd bû.
Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, Ebûşenb ji ber êrişan tûşî pirsgirêka gurçikan bibû û jibo dermankirinê diçû nexweşxaneyên Misrê û biryar bû neştergeriya peywendea gurçikan bibe ku şehîd bû.
Ji aliyê din ve ciwanekî filistînî li bajarê El-Xelîlê li kêleka rojava ya çemê Urdinê ket ber êrişa bajaroknişînekî siyonîst û birîndar bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)