FilistînNûçeRojhilatanavin

Şehadeta ciwanekî filistînî li Qiraxa Rojavayiya Çemê Urdinê

Eskerên siyonîst ciwanekî filistînî li Qiraxa Rojavayiya Çemê Urdinê şehîd kirin.

 Li gorî rapora El-Alamê, ev ciwanê filistînî roja înê li encama gullevaêtina  eskerên Rejîma Siyonîstî li bajarê Ramullahê li Qiraxa Rojavayiya Çemê Urdinê şehîd bû.

Hevgav li Beyt Lehmê jî du ciwanên  filistînî  bi derba gulla eskerên siyonîstî birîndar bûn.

Siyonîstan bi êrişa  ser kempa  El-Dehîşê bi ciwanên filsitînî re ketin pevçûnê ku du kes ji wan bi gullên eskerên siyonîstî birîndar bûn.

Eskerên siyonîst her wiha bi êrişa ser mala  Meaz El-seyfî hêsîrê filistînî li Beyt Lehmê mala wî geriyan  û dê û xûşka wê binçav kirin.

Herwiha hêzên îsraîlî bi êrişa ser kempa  El-Erûbedo ciwanekî filsitînî li bakurê bajarê El-Xelîlê girtin.

Ji Xezeyê jî hatiye ragihandin ku  siyonîstan bi êrişa er masîgirên  filsitînî û girtina yek ji wan agirbesa navçê binpê kirin.

Siyonîstan jibo bidestxistina  armancên xwe yên  berfirehxwaziyê hertim  bi  şehîdkirin, birîndarkirin an girtina filistîniyan  bi mehna  çekdarbûna wan  zextê tînin ser filsitîniyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu