ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Şehadeta du sînorvanên îranî

Li şer û pevçûna di navbera sînorvanên Henga sînorî ya Îranê li Şaristana Urmiyê tev grûpa terorîstî û dijî inqilabê ya nasyar bi PJAK`ê du sînorvanên îranî şehîd bûn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Serdar Îzetullah Reşîdiyan fermandarê hêzên sînorvaniya parêzgeha Azerbaycana Rojavayî got: Saet 17.50 dîdîqeyên êvara duh şemiyê di navbera hêzên Henga sînorî ya Urmiyê ku li halê parastina sînorên derdora Urmiyê bûn û endamên koma têrorîstan a nasyar bi PJAK`ê şer û pevçûn derket ku di encamê da 2 hêzên sînorvaniyê yên Henga sînorî ya Urmiyê şehîd û 2 hêzên din jî birîndar bûn.

Serdar Reşîdiyan ragihand: “Li vê şer û pevçûnê çend terorîstên PJAK`ê jî birîndar bûn ku hêzên grûpa derbê ya Îranê li dû van terorîstan dane“.

Fermandarê sînorvaniya parêzgeha Azerbaycana Rojavayî destnîşan kir: “Hûrgiliyên pirtir li ser vê şer û pevçûnê dê bên ragihandin“.

PJAK firqeyek çekdar û terorîst e ku ji aliyê koma terorîst a PKK`ê û bona liv û tevgerên terorîstî li navçê û Îranê pêk hatiye. Amerîka, Rêjîma Siyonîst û Inglîsê hertim komên têrorîst ên PJAK, Munafiqîn û dijî Inqilabê ji bo pêşdabirina armancên xwe li hemberî Komara Îslamî ya Îranê bi kar anîne.

Parêzgeha Azerbaycana Rojavayî dikeve bakurê rojavaya Îranê û digel Komara Azerbaycan, Iraq û Tirkiyê hevsînor e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu