CîhanEwropaNûçe

14 kes li Ewropayê ji ber bager û kirîveyê hatin kuştin

Li gorî rapora Kanala Xeberê ya IRIB Newsê, Bager û kirîveya giran û ketina şepeyê li Almanya, Otrîş û Norwêjê 14 kes hatine kuştin. Hejmareka van kesan Skîlîz in ku ketine bin şepeya berfê.

Ji ber bagera giran û lêkirina zêde ya berfê li Almanyayê 120 firrînên firokeya Monîxê hatin betalkirin.

Kompaniya geştên esmanî yên KLM’ê jî ragihandiye ku 159 firrînên xwe yên Ewropayê dane rawestandin.

Meşa trênan li Almanya, Otrîş û Norwêjê  tûşî derengî an rawestana tam bûye.

Başa dön tuşu