FilistînNûçeRojhilatanavin

Şehadeta nûciwanê filistînî li Gazayê

Ciwanê filistînî ku şemiyê şevê bi derba gulla eskerên Îsraîlî li rojhilata Gazayê birîndar bibû, şehîd ket.

 Li gorî rapora  navenda raghandinê ya Filistînê, Wezareta tendrustiyê ya Filistînê raghand ku Hebîb Hemze Misrî ciwanê filistînî şeva buhurî li rojhilata Gazayê ji aliyê sîngê xwe ve ketibû ber gullên eskerên  îsraîlî.

  Eskerên îsraîlî şeva buhurî bi avêtina  berfireh a gulle û gazên hêsirrêj dest bi serkutkirina xebatên bi aşitî yên filistîniyan li zîvala sînorî ya Gazayê kirin ku li encama wê 4 kes ji wan Hebîb Hemze Misrî birîndar bûn û bi dehan kesên din jî ji ber gaza hêsirrêj fetisîn.

 Her wiha balefirên bê firokevan ên îsraîlî, çend caran ciwanên filistînî li rojhilata Gazayê dan ber êrişan ku li encama wê çend kes birîndar bûn.

Başa dön tuşu