ÎranNûçeRojhilatanavin

Şehîdbûna 10 hêzên ewlekariyê yên Îranê di encama êrişa terorîstan de

Navenda Pêwendiyên Gelêrî ya Bargeha Hemze Seyd el-Şuheda ya Hêza Bejahî ya Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî li daxuyaniyekê de ragihand ku 10 hêzên ewlehiyê yên Îranê di encama şer û pevçûnên navbera wan û komên terorîst de li Rojavayê Îranê şehîd bûn.

Li gor nûçeya Sipah Newsê, Navenda Pêwendiyên Gelêrî ya Bargeha Hemze Seyd el-Şuheda ya Hêza Bejahî ya Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî di vê daxuyaniyê de diyar kir: Komeke girêdayî  li terorîstên li dij Înqilabê şeva çûyî êrişî ser bargeha ser sînor a Hemze Seyd el-Şuheda ya Hêza Bejahî ya Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî li gundê Derî ya Merîwanê kir ku di encama teqîna depoya sîlah û teqemeniyan 10 hêzên ewlehiyê yên Îranê şehîd bûn.

Li gor vê daxuyaniyê çend terorîst jî hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn û yên din jî revîn.

Li vê daxuyaniyê de Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî desnîşan kiriye ku şervanên Îslamê yên  bargeha Hemze Seyd el-Şuheda ya Hêza Bejahî ya Sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî û hêzên din ên îranî ji bo parastina welêt li hemberî komploya dijminan ên îstikbarî tam amade ne û terorîstên hanê jî ku ti cih û şûneke xwe di nav xelkê de tinen bila li benda tolstandina giran a hêzên îranî bibin.

Wezîrê Îstixbarat û Ewlehiya Îranê (Îtileatê) seyd Mehmûd Elewî berî vê yekê diyar kiribû ku ji 20 adara 2017 heya 20 adara 2018 bi saya hewldanên hêzên ewlekarî û îstixbaratê zêde ji 300 tîmên terorîstî li Îranê tesbît bûne û ji nav çûne.

Başa dön tuşu