AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî: Amerîkayê sozên xwe yên Lihevkirina Navokî cih neanîne

Elî Ekber salihî serokê Saziya Ênêrjiya Atomê ya Îranê li hevpeyivîna digel kanala têlêvîziyoniya Al Jazeera herwiha got: Di rû da renge amerîkî hin karan bikin da ku wisa nîşan bidin ku sozên xwe cih tînin; Lê di rastiyê da karekî taybet nakin; ji ber ku eger li vî warî da karek kiribin, pirsgirêkên heyî li warê danûstandina digel bankên mezin ên cîhanê gere çawa bên nirxandin. Wan li vî warî da ti pêngavek ranekirine.

Salihî herwiha got: Îranê dikare vegere ser şert û mercên gellek baştir ji berê.

Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê got: Li hêla têknîkî da di Lihevkirina Navokî da Îranê pêsparteya ku ketibû ser milê wê, cih aniye û vê dwiyê jî hin pêngavên teze rakirine  û ew jî berhevkirina binavahiyên têkildarî santrîfiyûjan li Navenda Fordoyê ye.

Salihî bi bîr xist: Yokiya Amanoyê birêvebirê Ajansa Navneteweyiya Enerjiya Atomê jî di rapora xwe ya vê dawiyê qala sozdariya tam a Îranê li warê Lihevkirina Navokî kiriye.

Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê herwiha got: Ji hêla hiqûqî va jî ku têkildarî babetên mîna lêgerîn û Protokola Zêdekirî ye, em bi bawer in ku ti pirsgirêkek tine, tenha hêla ku bi nêrîna Îranê gellekî girîng e, têkildarî boykotan û hêla siyasî ya lihevkirinê ye; Ji ber ku di vê beşê da hin pirsgirêk hene û ew jî ev e ku aliyê din ê lihevkirinê sozên xwe xera dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu