İslami Davet Kurdi Bange İslami

Şehîdbûna ciwanê filsitînî li Zîvala Xezeyê

iwanê filsitînî ku duh anku Îniyê bi derbê gulleya siyonîstan li Zîvala Xezeyê birîndar bûbû îro ji ber giranbûna birînan şehîd bû.

Li gorî rapora Fars News`ê ji zarê malpera El Wetenê, Cemal Mihemed Muslih (21 salî) li şer û pevçûnên Îniya Hêrsê li kampa El Mexaziyê li Zîvala Xezeyê ji aliyê zik va hat birîndarkirin.

Li şer û pevçûnên duh li Zîvbala Xezeyê zêde ji 50 filsitînî bi gulleyên cengî birîndar bûn ku rewşa 4 kesan ji wan xerab hatiye ragihandin.

Zêde ji 120 kes ji rûniştiyên Xezeyê jî li şer û pevçûnn bi çekdarên dagirker ên siyonîst ji ber bêhnkişandina gazên jehrî ketin ber fetisînê.

Navçeyên cûrbicûr ên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê jî duh bûne qada xwenîşandana Hêrsê li çaremîn Îniya li pey hev bi nîşana nerazîtiya li hemberî biryara Donald Trump a li dijî Qudsê.

Şer û pevçûna navbera filsitîniyan û artêşa Israîlê ji heftiya yekem a Kanûna 2017an va piştî karê Trumpê ê bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Israîlê dest pê bû.

Li van şer û pevçûnan heta niha 13 filsitînî şehîd bûne û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Exit mobile version